Pirtûka “Gotinên Bapîrên Me”

15:37 - 2 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li sîvereka Rihayê nivîskar Zulfukar Ayyildiz pirtûka ku ji gotinên pêşiya  pêk tê amadekir û bi navê “gotinên bapîrên me”  weşand. 

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Ayyildiz  ji bo vê pirtûkê 3 sal li ser hev,  lêkolîn kiriye û piştî hewl û xebatên xwe çavkaniyek nû ji bo kurdan amade kiriye.

Pêşgotin û gotinên pêşiya di dîroka her millete  de cihên girîng digre.
Netewên ku di dîrokê de nivîsê zû bikar anîne ji çand, huner, dîrok û jiyana xwe, gelek tişt ji neviyên xwe re hiştine.  Lê ji bo gelê kurd ev rewş cudaye; lewra hiştin û parvekirin bi piranî bi devkî hatiye kirin.

Mamoste Zulfukar Ayyildizê ku li Sîwereka Rihayê rûdinê jî, ji vê rewşê agahdar bû û dixwest ku ew jî ji bo Çanda gelê Kurd xebatek bike.
Mamoste Ayyildiz li ser vê biryarê li ser Pêşgotin û gotinên pêşiya, yên Kurdan lêkolîn kir. Xebata wî 3 sal dewam kir û lêkolînên ku bi dest xist, di pirtûkêkî de kom kir û pirtûkê jî  bi navê  “Gotinên Bapîrên Me”  ve weşand.

Ayyildiz, lêkolînên xwe bi piranî li ser gotinên ku li herêma Mezopotamya yê tên gotin kiriye, ji bo giringiya bapîr û dapîran  , pirtûkê jî bi wêneyên  kal û pîran weşandiye.