Pîrozbhiyên rêberên Kurd û navendên medenî û çandî yên Kurd ji “Koçer Bîrkar” re

14:27 - 5 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji rêberên Kurd, li parçên Kurdistan û navendên çandî û medenî yên Kurdî, pîrozbahiyên xwe ji “Koçer Bîrkar” hilgirê xelata “Fields” ya bîrkariyê re gotin.


Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, hejmarek ji rêberên Kurd, ji her çar parçên Kurdistanê, navendên çandî û medenî yên Kurdî, bi awayên fermî pîrozbahiyên xwe ji “Koçer Bîrkar” yê ku xelata “Fields” wergirtiye gotin.

“Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKΔ, Mes`ûd Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê”, “Mehmûd Hacî Mehmûd, sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê”, “Mistefa Mewlûdî sekreterê HDK`ê”, “Ebdulah Muhtedî sekreterê Komela Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê”…û hwd.

Herwisa sazî û navendên çandî yên weke Encûmena Kulturî ya Merîwanê, Navenda Kulturî a Civakî ya Zagrosê ya li bajarê Sine, Encumena Kesk ya Çiyayê Merîwanê û herwisa Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê jî, pîrozbahî ji vî Kurdê jêhatî kirin.

Pirofesor “Fireydûn Direxşanî” yek ji mamostayên ciwan li zanîngeha “Kembridge” a li welatê Birîtaniyayê karî midala “Fields”, ku binavûdengtirîn xelata cîhanî ye, di beşa bîrkariyê de bi dest bixe.

Midala “Fields” li sala 1936`an heyanî niha, ji aliyê navenda “Fields” ve li bajarê Torêntoyê de, û her çar sal carekê bi du heta çar çalakvanan li beşa bîrkariyê di cîhanê de dibexşe, ku temenê van li jêr 40 saliyê de ye.

“Fireydon Drexşan”naskirî bi (Koçer Bîrkar) xelata 2016`an a Encumena Bîrkariyê ya Amerîkayê tevî sê bîrkarên din ji xwe re bi dest xistin.

“Koçer Bîrkar”, li sala 1357 li gundê”Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê ji dayîk bûye, û bawernameya karnasiyê li zanîngeha Tehranê wergirtiye, û navbirî qonaxa duxturiyê li “Natîngham” li Birîtaniyayê tewaw kiriye, û ji sala 1385`an ve weke pirofesorê bîrkaiyê li zanîngeha “Kembridge” dest bi kar bûye.