“Pîrot Tabnak” piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hat veguhastin

19:51 - 13 Tebax 2022

Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Pîrot Tabnak” xelkê gundê “Sîngan” a girêdayî bajarê Şinoyê, piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê li girtîgeha ewlehî ya bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê, hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 22`ê Pûşperê, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Pîrot Tabnak” hatine sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.