Piratîka Rohanî li warê azadiya derbirînê de hat şermezar kirin

19:49 - 24 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Rewşa xirab ya nûçegihan û rojnamevanan bi taybetî Mihemedsidîq Kebûdvend , di dewleta ‘’Tedbîr û Hêvî’’ya Hesen Rohanî de her wekî xwe ye.

Saziyek Çavdêr li Şêvra Mafê Mirov a NY, li hember domandina sansor û tepeseriyên li Îranê de nîgeraniya xwe anî ziman.

Di daxuyaniya Nûçegîhanên Bê sînor de ku roja 21’ê Îlona 2016’an hatiye weşandin, îşare bi givaşên ser medya û rojnamevanan, bi taybetî rojnamevanên girtî di girtîgehên Îranê de weke: \"Sedra Muheqiq, Yaşar Sultanî, Aferîn Çîtsaz, Îsa Seherxîz, Îhsan Mazenderanî û ...hwd hatiye kirin.


Di doma vê daxuyaniyê de hatiye ku rewşa saxlemiya hin ji wan rojnamevanên girtî, weke \"Mihemedsidîq Kebûdvend, Nergis Mihemedî û Roya Sabirî nobext, nebaş e û berpirsên hikûmetî xwe ji serbestberdan û dermankirina wan diparêz in.

Li gorî yasayên navnetewî li dor mafên medenî û siyasî ku Îran jî yek ji vajokarên wê ye, bêparkirina ji dermankirin û çareseriya pizîşkî dikare weke pêpeskirina qedexeya îşkence û reftarên hovane, nemirovî û sivikatî bê hesibandin.

Li gorî gotina berpirsê beşa Efxanistan û Îranê di Nûçegîhanên Bêsînor de, soz û durûşmên Hesen Rohanî bo hilbijartina serkomariyê li dor guhertinên di berjewendiya azadiya derbirîn û çapeniyê de, nehatine piraktîzekirin.

Malpera vê saziya cîhanî ji zarê Reza Muînî ve daye zanîn ku: Rohanî wusa bi baştir zaniye ku bazarên Îranê bi rûyê sermayeya derekî de veke heya ku deriyê girtîgehan bi rûyê girtiyên siyasî de vebike.

Îran di nûtirîn rapora Saziya Nûçegîhanên Bêsînor de, di nav 180 welatan de, pileya 169’an heye û bi vî awayî jî, Îran yek ji 5 girtîgehên mezin ên rojnamevanan di cîhanê de ye.