Pîranşehr/Befr û bagera dijwar a sînorî jiyana 2 kasbkaran jê stand

18:53 - 31 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Daketina pir zêde ya pileya germayê û barîna befrê li tixûbên sînorî ên Pîranşehra rojhilatê Kurdistanê, mirina 2 kasibkaran bi pey xwe anî.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 2 kasibkar li deverên sînorî ên Pîranşehra rojhilat ligel başûrê Kurdistanê, bi sedema serma û seqema dijvar jiyana xwe winda kirin.

Berfe û bagera dijwar û serma û seqemê, berbi êvara roja Pêncşemî, (29/1 /2015’an) li nêzî mekanekî bi navê “kanî xuwa” (kaniya xwedê) du kasibkar ji jiyanê bêpar kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li pîranşehra rojhilatê Kurdistanê bi piştrastkirina vê nûçeyê, nasnameya kasibkarên mirî , Îbrahîm Mihemdzade (40), kurê Ehmed û Îbrahîm Paymerd (27) salî kurê Rehman ragihan.

Di raporta şandî de hatiye: Ew du hemwelatiyên kurd ku bisedema bager û seqemê jiyana xwe wida kirin, xwedî zarok û eyaldar bûn.

Trermê wan du kasibkaran doh li bilindiyên devera sînorê Pîranşehrê Hatin dîtin û ew bi gundên wan“Şelîmcaran”û “Xirinc” veguhastin.

Piraniya şêniyên rojhilatê Kurdistanê bi neçarî û nebûna derfetên kar li welatê Îranê, rû bi kasibkariya derveyî sînor dikin
sala borî jî 3 kes li Kêleşîna Şino û 2 kasibkar ji li Urmiyê, bi serma û seqemê jiyana xwe ji dest dan.

Sedemên serke yên bazerganiya sînorî û rû kirin bi kasibkariyê, nebûna derfeta kar, newesifandina dururs a kasibkarî(kar yan zurarên vê) ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo welatiyan( xeynî reşandina gulleyan) û her wiha kêmbûna debara jiyanê hatine destnîşan kirin.

Gorî amarên fermî, kirin û firotina kalayan ji sînorên Îran ligel Tirkiyr û Îraqê bi 90 salî beriya niha vedigere.