Pîranşar/ Gefa ji kar avêtinê li mamosteyekî hat xwarin

17:01 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Mamosteyekî Kurd li Pîranşara rojhilatê Kurdistanê, bi sedema encamdana çalakiyên çandî, ji aliyê Birêweberiya Perwerde û Hînkirinê ya wî bajarê ve, gefa derxistina ji kar lê hat kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Abêd Perwîzî mamosteyê dibistana amadeyî li Pîranşarê ku di beşa zimanê îngilîzî de erka hînkirina xwendekar bi stûye, ji aliyê Navenda Perwerde û Hînkirina bajarê navbirî ve, gefa derxistina ji kar lê hatiye xwerin.

Çavkaniyeke agah li Pîranşarê li ser wê mijarê payamnêrê Kurdpa re got: Ew mamoste tevî karê mamostatiyê, cîgirê birêveberiya dibistana amadeyî jî bûye ku li halê hazir ew berpirsayetî jê hatiye standin, herwiha gefa derxistina yek carî li kar û barên hînkirinê jî lê hatiye xwerin.

Heman çavkaniyê qala vê yekê jî kiriye: Birêveberiya Perwerde û Hînkirinê tevî gefxwarin li Abêd Fetahî bi wê re gotiye ku bi her awayî xwe ji encamdana çalakiyên çandî biparêze.

Perwîzî wek yek ji avakerên bingeha hînkirina zimanê îngilîzî li Pîranşarê tê naskirin.

Gefxwarinên li wî mamosteyê Kurd di halekê deye ku ew demeke îdareya Îstixbarat (Îtilaat) a parêzgeha Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, çalakvanên çandî xistine bin zerxt û givaşan. (hember çalakiyên wan asytengiyan diafirîne.)

Her girêdayî wê mijarê beriya niha bi çend rojan, zêdeyî 50 çalakvanên çandî û jîngehparêzî ji aliyê navendên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatibûn bangkirin. Di hevpeyvîna ajansa Kurdpa bi yek ji wan çalakvanan re hatibû zanîn ku berpirsên ewlekar ên hikûmetî bi wan re gotibûn: Çalakiyên xwe bidin rawestandin.