Pîranşar \ Kêmendambûna kolberekî Kurd bi sedema teqîna mîne

12:27 - 8 Çirriya paşîn 2020

Êvara roja Şemî 17`ê Xezelwerê, kolberek Kurd yê bi navê “Sabîr Xizrî” temen 28 salî û kurê Mihemed û xelkê gundê “Konexan” yê ser bi bajara Pîranşarê di encama teqîna mîne de birîndar û kêmendam bû. 

Çavkaniyeke agehdar di vê deheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye: Ew kolberê Kurd bi sedema cihmana mînên şerê 8 sale ya Îran û Îraqê li ser sînorên Pîranşarê tûşî vê bûyerê hatiye û bo çareseriya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî yên hêrêma Kurdistanê hate veguhastin.

Wê çavkaniya agehdar rewşa tenduristî ya wî kolberê Kurd nebaş ragehandiye.

Êvara roja yekşemî 11ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Luqman Rehîmî” xelkê bajararoka “Banewrê” ya ser bi bajarê Pawê bi sedema teqîna mînê li ser sînorê Şûşmê ya Newsûdê birîndar û kêmendam bû.

Luqman Rehîmî di dema kolberiyê de bi sedema teqîna yek ji wan mînên bi cihmayî li şerê Îran û Îraqê li ser sînorê Şûşmê a bajarê Newsûdê tûşî vê bûyerê hat.