Pîranşar: Emîr Ferasetî Şad bi sebeba teqeya hêzên serkutkar hat kuştin

23:01 - 18 Çirriya paşîn 2022

Îro Înê 27`ê Xezelwerê welatiyê bi navê “Emîr Ferasetî Şad” yê xelkê bajarê Pîranşarê bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkanyiek agehdar, demjmêr 6`ê êvarê, hêzên serkutkar li kemerbendiya Pîranşarê ev welatiyê Kurd bi golleyên şerî kirine armanc.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: 4 welatiyên nerazî di pêvajoya nerizayetiyên îro de bi sebeba teqeye hêzên serkutkar hatine birîndarkirin.

Termê Emîr Ferasetî Şad, li nexweşxaneya Pîranşarê radestî malbata wî hatiye kirin.

Merasima biaxspartina wî welatiyê Kurd bi amadebûna xelkek zêde û dana silogana “Şehîd namirin”, hat lidarxistin.