Pîranşar 2 bira ji aliyê hêzên intizamiyê hatin kuştin

02:47 - 17 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: 2 welatiyên Pîranşarî ku birayê hev bûn, ji aliyê hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îranê hatin kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina serekaniyik agadar, roja sêşem, 23ê Gelawêjê 2 bira bi navên “ Soran û Simayîl” Ebbasî , kurên Simaîl û ji xelkê gundê “ Girde Nelên”a Pîranşarê ji aliyê hêzên ji aliyê hêzên intizamiyê bi enqest bi maşîna xwe dane ser û li sedem de li cî de canê xwe ji dest dane.

Ew serekanî ragihand jî ku ew 2 kes motor siwar bûn ku bêyî çi hegerik ji aliyê wan hêzan bûne amanc û canê wan jê istandin.

Serekaniyê ew jî xiste rû , termê van 2 welatiyên Kurd, roja borî li gundê xwede bi xakê hatin sipardin, lê heya weşîna vê nûçê hêzên intizamiyên hukûmeta islamiya Îranê li vê barê de çi ron kirin bi binemala wan 2 welatiyên Kurd nedane.