Piraniya hepsiyên girtîgeha bajarê Urmiyê ji mirexesiyê pêparin

12:36 - 12 Adar 2020

Piraniya hepsiyên girtîgeha bajarê Urmiyê, bi hegera  wê yekê ku nikarin barmiteya hewce dabîn bikin, ji mirexesiyê bêpar kirine.

Pêka çavkaniyeke agehdar ji girtîgeha Bajarê Urmiyê, tenê parek ji hepsiyan dikarin biçne mirexesiyê, pareke zaf ji mafê çûn bo mirexesiyê, bêparin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “bi gotina berpirsên girtîgeha Bajarê Urmiyê, berpirsê Dadweriya Parêzgeha Urmiyê û Dadwerê Giştî, yê wê Parêzgehê, di nameyekê de bo dezgeha giştiye Dadweriya rejîmê, daxwaza lêborîna giştî ji hejmareke zaf ji hepsiyan re kirine ku bi cihê dana mirexesiyê, wan berdin”.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heya niha, bi awayên corbecor, hepsiyên siyasî ji çûn bo mirexesiyê bêparkirine”.

Piştî belavbûna vîrûsa Korona di Îran û Kurdistanê de, berpirsên dezgeha Dadweriyê, di bexişnameyekê de, bi hemû nawendên dadweriyê ragihandibû ku heya 15`ê Xakelêwa Sala 1399`an, bi danîna barmiteyê, mirtexesiyê bidne hepsiyan, lê ew bexişname wan hepsiyên siyasî yên ku zêdetir ji 5 Salan cizaya hepsê bi ser wan de hatibe sepandin, li xwe nagire.