“Peyman Selwatî” bi danîna barimteyê li girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin

18:58 - 31 Tebax 2022

Roja Sêşemî 8`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Peyman Selwatî” bi danîna barimteyê li girtîgeha bajarê Sineyê, hat azadkirin.

Ew welatî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 11`ê Pûşperê, “Peyman Selwatî” piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`atê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî, hatibû veguhastin.

Ew welatî di heyama binçavkirinê de, ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

Roja Duşemî 4`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” cezadan.

“Peyman Selwatî” xelkê gundê “Sewletava” ya girêdayî bajarê Sineyê ye.