Peykerê Ceferqulî Zengene Helbestvanê Kurd ê Xorasanî li Meydana bajarê Şîrwanê hat çêkirin

18:53 - 25 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Roja Înê 22’ê Şibata 2013’an nave yek ji Meydanên bajarê Şîrwanê li parêzgeha Xorasana Bakûr, bi navê helbestvanê Kurd Ceferqulî Zengene hat binav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajnasa nûçegihaniya kurdpa,Pêyekerê han ku bi dirêjahiya 3’ê mêtroyan û di heyamê 6’mehan ji aliyê hunermend û Pêyker tiraşê Kurdê Xorasanî “Eqîl Eslî”hatiye çêkirin.

Li heyamê çend salên berê endamên şêwra şaredariya bajarê kurmanc-nişînê Xorasana bakûrî ya Şîrwanê biryar dan navê Ceferqulî li meydana herî girîng a bajêr bikin û ev kar jî kirin.

Berêjî li bajarê Şîrwanê nave Meydanekê bi navê Ceferqulî hatibû danin.

Ceferqulî Zengene ku zor caran bi navên wek: Cefierqulî Zengilî,Cefir Kurd, Cefir Bêçare hatiye naskirin,helbestvanek naskirî ê Kurde ku li serdemê Qacaran de jîyan kiriye.

\"11268.jpg\"
Cefir arif,helbestvan û torevanê Kurdê Kurmanc ê Xorasanê ye. Vî helbestvan î Kurmanc bi zimanên Kurdiya Kurmancî,Erebî,Turkî û Farisî helbest gotine û serdna gelek welatên herêmê kiriye.

Dîwana helbestên wî ji aliyê du kesan va hatiye berhevkirin û weşandin : Êzodî û Kelîmollah Tevehodî.

Ceferqulî li Xorasanê bûye nimada(symbol) Kurdîtî û Kurdînivîsînê.Kal û pîr,keç û xort,xwendî û nexwendî,jin û mêr , her kes wî nas dike û jê ra rêz digire.

Kurdên Xorasan roja 4’ê Nîsana hemû Salekê wek roja Ceferqulî nav danine û di roja han de bi hezaran Kurd li gundê “Gogan”ê cihê ji dayikbûna Ceferqulî kom dibin û rêzê ji xebat û keda vî digirin.