Peyamnêrên Bêsînor girtina rojnamevanên Îranî wek “roja reş” bi nav kir

14:28 - 30 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Saziya Peyamnêrên Bêsînor li hember girtina rojnamevanên îranî ji aliyê dewleta Îranê ve nerazîbûn nîşan da .

Rêkxistina peyamnêrên bêsînor di daxuyaniyekê de li hember girtina rojnamevanan ji aliyê rejîma Îranê nerazîbûn nîşan da. roja şemiyê (7.11.1391) ve hêzên ewlehiyê yên Îranê li Tehranê herî kêm 12 rojnamevanan girtine.

Li gorî daxuyaniyê ku li ser malpera fermî ya saziyê hatiye weşandin, di nav 24 demjimêran de 12 rojnamevan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û hinek rojnamevanên din jî divê di nav çend rojên bê de herin dadgehên şoreşê û îfade bidin.

Di daxuyaniyê de roja girtina rojnamevanan wek “roja reş” hat binav kirin û hat gotin ku rêberê ayînî yê Îranê, Elî Xaminêyî şerê li dijî rojnamevanan tund kiriye.