Peyama Newrozî a girtiyên siyasî yên girtîgeha Recaî Şehra a Kerecê

12:47 - 20 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji girtiyên Siyasî li girtîgeha “Recaî Şehr”a kerecê bi hilkevta hatina sala nû a Kurdî peyamek bilav kirin.


Deqa vê peyamê ku jibo Ajansa Kurdpa,ê hatiye şandin, wek xwe tê bilav kirin:

Sala teze ji hemû welatiyên ezîz pîroz be, hêvî dikin sala 1392 a rojî bibe sala rizgarî ji destê zulim û tepeseriya deshilatê be û em şahidê gihîştin bi kopikê bilind yê armancên mirovî di hemû Îranê û cihanê de bin.

Sozê didin malbatên Şehîdên rêya rizgariyê û bi xasmanî malbatên xwedî qedir yên girtiyên siyasî, ku heta dawiyê em ve jibîr nakin û bi nûneriya :Setar Bihêştî, Elî Salihî, Ferzad Kemanger,Hale Sahibî, û ev kesên ku di heyamê çend salên bihurî de bi termê xwe yê di xwînê de goriyê welat bûn û bi berameya xwe gula alaya Biharê kirineve û bi nasnameya hermana xwe remza serketinê çêkirin.

Wajoker:
Xalid Herdanî, Şarox Zemanî, Riza Şerîfî ê Bokanî, Salih Kuhendil, Mihemed Elî Mensûrî, Musa Sefî Eslanînejad,Mihemed Benazade,Emîr Xîzî û Ebas Radfer