“Peyam Minberî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:27 - 10 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemî 19ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Peyam Minberî”, temen 33 salî û xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê, dîsan ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirine û piştire bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Peyam Minberî” de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Herwisa roja Şemî 11ê Banemerê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Şemî 6ê Xermananê bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.