Pevçûna Navbera Hêzên Întizamî Û Xelkê Merîwanê Bi Berevaniya Zarokan Dawî Pê Hat

14:18 - 12 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Di navbera Bereya Begzade ya Merîwanê û hêzên întizamî şer û pevçûn çê bû.

Li gor nûçeya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa li Merîwanê, heyamek beriya niha berpirsên bajarê Merîwanê soza pêkanaîna derfetên karê û dana karta bazaroka ser sînr dabûn akinciyên vê bajarê
Lê seba cîbicînekrina sozên xwe, xelkê herêma Berî Begzade bo diyarkirina nerazîbûna xwe meşek hêmên li ser rêya bazarokê rêve birin ku di encam de ligel hêzên ewlekarî rûbirû bûn.

Di vê meşa hêmên de komek zarok bi girtina destê hev di navbera hêzên întizamî û xelkê nerazî bi armanca pêşîgirtin ji lêdana xelkê ji aliyê hêzên Întizamî ve, aliyansek pêk anîn ku bala her du aliyan bo aliyê xwe rakişand û bû sedema dawîhatina pevçûnê.

Di vê pevçûnê de tu kesek nehat kuştin û birîndar nebû.