Pevçûn Navbera Enwer Husên Penahî Û Dadwerê Cîbicîkarê Biryaran Çê Bû

13:03 - 21 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Bi sedema nedana mirxesiyê, pevçûn navbera Enwer Husên Penahî, girtiyê siyasî yê Kurd û dadwerê cîbicîkarê biryaran çê bû.

Li gor nûçeya Kampeyna berevanîkirin ji zîndaniyên siyasî û sivîl, Enwer Husên Penahî li encam diyarkirina nerazîbûna xwe derheq nedana mirxesiyê. Ji aliyê dadwerê cîbicîkarê biryaran, bo heyamek demkî bo zîndana kite kesî hat veguhastin.

Dadwerê cîbicîkarê biryaran ya taya 4 a dadgeha bajarê Sine sedema xisitina Husên Penahî bo zîndana take kesî vegerande ser bêhurmetiyên navbirî derheq berpirsek hikûmetî û diyarkirina nerazîbûna xwe bi awayek ne bi cî û nebaş.

Enwer Husên Penahî di warê tendurustî ve ne baş e, û ji aliyê bêhdariya nav zîndanê de jêre hatiye ragihandin ku diviya di zûtirîn dem de bi armanca çarserkirina xwe serdana pijişkên pispor li derveyî zîndanê biket.