Pênc welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê bi danîna barimteyê hatine azadkirin

17:17 - 14 Adar 2022

Roja Şemî 21`ê Reşemê, 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Enver Şêxe”, “Rehîm Elîzade”, “Mihemed Qadirpûr”, “Rehman Qadirî” û “Nasir Bayezîdî” xelkê bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatine azadkirin.

Ev 5 welatiyên Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatine azadkirin.

Ev5 welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê “hevdîtin digel malbatên xwe û destpêregihîştin bi parêzer” hatibûne bêparkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew 5 welatiyên Kurd bi “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne tohmetbarkirin.

Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, “Enver Şêxe” xelkê gundê “Peswê” yê girêdayê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

“Enver Şêxe” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Rehîm Elîzade” kurê Mela Kerîm, “Mihemed Qadirpûr” kurê Elî, “Rehman Qadirî” kurê Kerîm û “Nasir Bayezîdî” kurê Hemze, xelkên bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ev 4 welatiyên Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibûne veguhastin.