Pênc welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Nexedê hatine binçavkirin

12:26 - 2 Îlon 2021

Roja Çarşemî 10`ê Xermananê, hêzên ewlehî 5 welatiyên Kurd ên bi navên “ Esed Ramîn, Xalîd Ramîn, Daûd Rehîmî, Serdar Ramîn û Ramîn Ramîn” xelkê gundên “ Qarnê” û “Çeqe Mistefa” yê ser bi bajarê Nexedê hatine binçavkirin.

Ew welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wan welatiyan, ew bo cihekî nexûya veguhastine.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.