Pênc welatiyên Kurd di bajarê Şinoyê de hatine binçavkirin
Roja Yekşemî 5`ê Tîrmeha 2020 an, pênc welatiyên Kurd yên bi navên “Seîd Tabnak, Eskender Seîd Mihemedpûr, Rehman Tabiş, Ebûbekr Bîlal û Rehîm Ref`etî” xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî, ew pênc welatiyên Kurd binçav kirine.
Heya dema bilav bûna wî nûçeyê, ji sedema binçavkirina ew pênc welatiyên xelkê bajarê Şinoyê, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.
Her di wê derheqê de, roja Çarşemî 1`ê Tîrmehê, çend welatiyên Kurd yên bi navên “Cesîm Mecnûnî” xelkê gundê “Qeredax” û rûniştiyê bajarê Mihabadê, “Soran Nesîrî” xelkê “Gogtepe”, “Soran Muxtarîfer” xelkê gundê “Hacîxoş” û “Omîd Ebasî” xelkê gundê “Îndirqaqş” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Roja Duşemî 5`ê Tîrmehê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Rêbower Padest” Kurê “Resûl”, xelkê “Gugtepe” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliytê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.