Pênc welatiyên Kurd di bajarê Ciwanroyê de hatine desteserkirin

17:00 - 30 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Pênc welatiyên din yên xelkê bajarê Ciwanroyê bi tohmeta “beşdarîkirin li kombûna nerizayetiyan” di wî bajarî de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkitrinê.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa nêçegihaniya “Kurdpa”yê, 5 welatiyên Kurd, yên xelkê bajarê Ciwanroyê, bi navên,”Ariya Ezîzî, Diyako Mîr Ehmedî, Omran Welîdî, Hêriş Mîr Ehmedî û Zekerya Ehmedî”, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desteserkirinê.

Ew 5 welatî, pênc roj beriya niha, bi tohmeta “beşdarîkirin li kombûna nerizayetiyan” de hatibûne desteserkirin û bo girtîgeha “Dîzêl Ava”a Kirmaşanê, hatine veguhastin.

Heya niha, li pey ketina malbatên wan 5 welatiyên Kurd bona agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam mane.

Piştî bilindbûna nirxa benzînê, kombûna nerizayetiyan di bajarê Ciwanroyê de bi rêveçûbûn, û bi 10`an welatiyên Kurd ji aliyê karbidestên hikûmetê ve, hatine desteserkirin.

Herwisa di wan xwenîşandanan de, bi 10`an nerazî birîndar û çendîn welatî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ve, canê xwe ji dest dane.