Pênc welatiyên Kurd bi gelemper bi 20 sal û 6 meh girtîgehê hatine cezadan

18:27 - 29 Adar 2022

Pênc welatiyên Kurd ên bi navên “Kemal Quytasî, Rehman Yûsifî, Mihemedxalid Hemzepûr, Ezîz Qadirtac û Selîm Şerîfî” xelkên bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî bi serokayetiya dadwer “Rezayî” bi gelempr bi 20 sal û 6 meh girtîgeh hatine cezadan.

Li gor wê cezayê ku roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê bi wan welatiyan re hatibû ragihandin, Kemal Quytasî bi 5 sal, Rehman Yûsifî bi 5 sal, Mihemedxalid Hemzepûr bi 5 sal, Ezîz Qadirtac bi 3 sal û Selîm Şerîfî bi 2 sal û 6 meh girtîgeh, hatine cezadan.

Kombûna dadgehîkirina wan 5 welatiyan di sala sala derbasbûyî de li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê hatibû lidarxistin û dadgehê ew 5 welatiyane bi tohmeta “endambûn li yak ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” ceza dabûn.

Roja Yekşemî 10`ê Reşema sala 1399`an, “Kemal Quytasî” xelkê gundê “Çeşmegul” û “Rehman Yûsifî” xelkê gundê “Sewce” yê girêdayê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê bi awayek demkî ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne azadkirin.

“Kemal Quytasî” roja Pêncşemî 7`ê Reşema sala 1399`an û “Rehman Yûsifî” li destpêka meha Reşema heman salê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînên wan li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd roja Duşemî 14`ê Sermaweza sala 1399`an bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Roja Pêncşemî 14`ê Reşema sala 1399`an, “Selîm Şerîfî û Ezîz Qadirtac” xelkê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta bi dawîhatina heyamên dadresiya wan, ji girtîgeha wî bajarî hatibûne azadkirin.

Ew du welatiyane, roja Çarşemî 13`ê Reşema sala 1399`an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînên wan li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne veguhastin.

Sibêdeha roja Duşemî 13`ê Rêbendana sala 1399`an, “Selîm Şerîfî” xelkê gundê “Quruşavê” yê girêdayê bajarê Şinoyê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Yekşemî 12`ê Rêbendana sala 1399`an, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kiribûne ser mala “Ezîz Qadirtac” û navbirî binçav kiribûn.

 “Ezîz Qadirtac” mamosteyê qutabxaneya seretayî li gundê “Nerzîve” yê bajarê Şinoyê ye.

Roja Pêncşemî 14`ê Befranbara sala 1399`an, “Mihemedxalid Hemzepûr” xelkê gundê “Xanler” yê girêdayê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

Êvareya roja Duşemî 24`ê Sermaweza sala 1399`an, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd binçav kiribûn.

Ew 5 welatiyên Kurd di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê hevdîtin digel malbatên xwe û destpêregihîştina bi parêzer hatibûne bêparkirin.