Pênc welatiyên din li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

17:12 - 30 Kanûna Paşîn 2021

Roja Înê 10`ê Rêbendanê, çar welatiyên din yên bi navên “Cemal Nehalî”, xelkê bajarê Şinoyê, “Xefûr Espendar”, xelkê gundê “Aliyavê”, Seyîd “Luqman Tahîrî”, xelkê gundê “Pirdavê” û “Şorêş Berhem”, xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa şeva Pênşemî 9`ê Rêbendanê, welatiyekî din yê bi navê “Cibreîl Şeibanî”, xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew pênç welatî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan welatiyên Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Di vê derheqê de şeva Pênşemî 9`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Cemal Qasimî”, xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.