Pênc welatiyên binçavkirî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatine veguhastin

17:32 - 7 Şibat 2022

Roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê, 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Siyamend Xwarezm”, “Eyûb Mûsa”, “Hawrê Xwarezm”, “Murad Sa`î” û “Aso Şêyxe” xelkê bajarê Şinoyê piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.

Roja Înê 17`ê Befranbarê, “Eyûb Mûsa” û “Hawrê Xwarezm” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa roja Yekşemî 3`ê Rêbendanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî “Aso Şêyxe” û “Murad Sa`î” binçav kiribûn.

Roja Duşemî 4`ê Rêbendanê jî, “Siyamend Xwarezm” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wan 5 kesan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.