Pênc welatî li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

18:14 - 24 Adar 2021

Pênc welatiyên kurd yên bi navên “Salih Hesenpûr, kurê Ebûbekir, Elî Hesenpûr, kurê Ebûbekir, Îsa Hesenpûr, kurê Salih û Hadî Xalindzade”, xelkê gundê “Kanîreş” û Murad Rehayî”, xelkê gundê “Qelatiyan” yê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Di navbera wan pênc welatiyan de, Hadî Xalindzade roja Şemî 30`ê Reşeme ya sala 1399`an a Rojî, hatibû binçavkirin û Salih Hesenpûr, Elî Hesenpûr, Îsa Hesenpûr û Murad Rehayî, roja 2`ê Xakelêwe, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew pênc welatiyane, piştî birêveçûna rêûresma cejna Newrozê binçav kirine û roja Sêşemî 3`ê Xakelêwe, ew pênc welatî piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Şinoyê, hatine azdkirin.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 3`ê Xakelêwe, hêzên ewlehî du welatiyên Kurd yên bi navên “Selman Efra”, kurê Rehmet û “Seywan Perto”, kurê Zorav, xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê binçav kirine.