Pênc welatî bo îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê hatine gazîkirin

17:39 - 18 Nîsan 2021

Roja Şemî 28`ê Xakelêwe, 5 welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Cast”, temen 24 salî û kurê Salih, “Mihemed Perwaze”, temen 22 salî û kurê Reşîd, “Usman Ferehmend”, temen 24 salî û kurê Xusro, “Umîd Ferecî”, kurê Ebdullah û “Mihemed Erjengî”, temen 27 salî û kurê Emîn, xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hatine gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ji nav wan 5 welatiyan, “Mihemed Cast, Mihemed Perwaze û Mihemed Erjengî” çûne îdareya Îtila`atê û bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, lêpirsîn ji wan hatiye kirin.

Ew 3 welatiyên Kurd, piştî bi dawîhatina lêpirsînên Îtila`atê û bi vergirtina soznameya bi nivîskî hatine azadkirin.