Pênc meh girtîgeh bi ser “Celal Wefayî” de hate sepandin

18:10 - 4 Îlon 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Celal Wefayî”, kurê hacî Umer û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya wî bajarî bi serokatiya dadwer “Peyman Rostemî” ve bi 5 meh girtîgeh hate cezadan.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, tawanbar kiribû û cezaya wî li heyama rojên derbasbûyî de bi navbirî re hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 27`ê Pûşperê, “Celal Wefayî” bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî, bi awayekî demkî heya qonaxa dadgehîkirinê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Bokanê hatibû azadkirin.

Roja Pênşemî 24`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kiribûne ser mala wî welatiyê û piştî vekolîna mala wî,  navbirî binçav kiribûn.