Pênc çalakvanên warê kedkarî yên Kurd bi danîna barimteyê hatin azadkirin

19:49 - 18 Hezîran 2022

Roja Şemî 28`ê Cozerdanê, “Perwîn Ebdullahpûr, Fuwad Faruqî, Se`îd Mihemedî, Umer Silêmanî û Fatih Mecîdî ji çalakvanên warê kedkarî yên xelkê bajarê Banê, bi danîna barimteyê ji girtîgehên bajarê Bane û Sineyê hatin azadkirin.

Ew pênc çalakvanên warê kedkarî her yek ji wan bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hatin azadkirin.

Ew pênc çalakvanên warê kedkarî di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe” hatibûne bêparkirin.

“Fatih Mecîdî”, yek ji çalakvanê warê kedkarî yê ku hatibû binçavkirin ji roja Duşemî 19`ê Banemerê ve bi sedema nerizayetî li derheq binçavkirina neyasayî û destnegihîştin bi dermanên xwe dest avêtibû gireva birçîbûnê.

Di wê heyamê de, “Fatih Mecîdî” bi dest û pêyên girêdayî bo derveyê girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Banê hatibû veguhastin û piştre ji nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ve bo girtîgeha hatibû zivirîn.

Roja Sêşemî 6`ê Banemerê, ew pênc çalakvanên warê kedkarî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehî li bajarê Banê û Sineyê hatibûne veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan pênc çalakvanên warê kedkarî hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.