Pênc çalakvanên sinfî yên mamosteyan bo “Sitada Xeberî” ya Îtila`atê hatine gazîkirin

18:36 - 14 Gulan 2022

Piştî nîveroya roja Înê 23`ê Banemerê, me`imûrên “Sitada Xeberî”yê ji rêya peywendiya telefonî ve, hejmarek ji endamên birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Sineyê û mamosteyên çalak gazî kirin.

“Sitada Xeberî” ya Îtila`atê bi dana banghêjnameya fermî, daxwaz ji wan mamosteyan kiriye ku bo roja Şemî 24`ê Banemerê demjimêr 10`ê sibêdê li “Sitada Xeberî” ya îdareya Îtila`atê amade bin.

Nasnameya wan pênc mamosteyan bi navên “Mihemedriza Muradî, Mecîd Kerîmî, Selah Hacîmîrzayî, Nesrîn Kerîmî û Kuriş Îzetemînî” hatiye ragihandin.