Pênc çalakvanên sinfî yên mamosteyan bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatin gazîkirin

17:57 - 15 Gulan 2022

Roja Şemî 24`ê Banemerê, “Selah Hacîmîrzayî, Mecîd Kerîmî, Mihemedreza Muradî, Koriş Îzetemînî û Nesrîn Kerîmî”, ji endamên birêveberî û endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Sine û Kilaterzanê, bo “Sitada Xeberî” ya îdareya Îtila`atê hatin gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew pênc çalakvanên sinfî ji demjimêr 4`ê paşnîvro heta demjmêr10`ê şevê, li “Sitada Xeberî” a îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, di ibn lêpirsînê de bûne.

Herwisa wê çavkaniyê ev yek jî zêde kiriye ku: “Ew pênc çalakvanên sinfî di peywendiya digel çalakiyên xwe yên sinfî hatine gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatiye encam dan.

Gazîkirin û lêpirsîna ji wan pênc welatiyan di demekê de bûye ku roja Şemî 24`ê Banemerê, bo “Sitada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûn gazîkirin lê, “Sitada Xeberî” xwe ji vergirtina wan mamosteyan parastibû û ev bo taya 2 a Lêpirsînê ya dadgehê şandibûn.

Ew pênc çalakvanên çandî piştî serdana wan li dadgehê, dadgehê bi hinceta hatinûçûna zêde û mejûliyeta zêde a karê rojane, karê encam dana lêpirsîna wan pênc çalakvanan bo dawiya heftiyê hêla ye.