Pênc çalakvanên medenî li bajarê Sinê hatine binçavkirin

19:17 - 18 Gulan 2021

Roja Sêşemî 28`ê Banemerê, 5 çalakvanên medenî yên bi navên “Murtiza Mihemedî”, “Keywan Elyasî”, “Riza Rizayî”, “Qani`i Xatirî” û “Muhsin Husênpenahî”, ên xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî kirine ser mala wan 5 welatiyan û ew binçavkirine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihand: “Ew 5 çalakvanên medenî şeva Dûşemî 27`ê Banemerê, bi rêya telefonê bo îdareya Îtla`ata bajarê Sinê hatibûne gazîkirin.

Heya niha lipeyketina malabatên wan 5 welatiyan li derheq agehdarbûn ji qedera wan, bê encam maye.

Ew 5 çalakvanên medenî li kempêynên sivîl ên bajarê Sinê de çalak bûne. “Qani`i Xatirî û Muhsin Husênpenahî”, endamên kempêyna “Jiyaneveya Kurdistan”ê ne.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wan 5 çalakvanên medenî de hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest de nîne.