Penaxwazekî Kurd li bajarê Amêstirdam ê ser bi Holenda dawî bi jiyana xwe anî

13:02 - 24 Gulan 2021

Çend roj berî niha, penaxwazê Kurd ê bi navê “Azad Hesenî”, temen 32 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê, bi sedemek nexuya li bajarê Amêstirdam ê ser bi Holenda dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew penaxwazeyê Kurd, ji rêya xwedaliqandinê ve dawî bi jiyana xwe aniye.

Wê çavkaniyê daye zanîn, Azad Hesenî nêzî sê salan li Tirkiyê penaber bû û piştî bersivnedana UNê, ew çû welatê Holenda û piştî vê ku du salan jî li wî welatî ma, şeva 31`ê Banemerê, dawî bi jiyana xwe anî.