penaxwazekî Kurd di kêbirkêya “Kong fo Toa” ya Olempiyada hunerên şer de pileyê 2ê bi dest xist

17:21 - 23 Îlon 2021

Werzîşvanekî penaxwazê Kurd ê bi navê “Ebas Zendî” naskirî bi “Şoreş”, xelkê bajarê Sinê ku li tirkiyê penaxwaz e, karî di kêbirkêya “Kong Fo Toa”yê de li Olempiyada hunerên şer ku li welatê Tirkiyê bi rê ve çûbû, pileya 2ê bi dest bixe.

Di wê kêbirkêyê de 211 werzişwan ji 9 welatên cîhanê “Birîtaniya, Bulxaristan, Romaniya, Azerbaycan, Efxanistan, Pakistan, Îraq, Îran û Tirkiyê” beşdarî kiribûn.

Ew werzişvanê Kurd di navbera 211 werzişvanan de pileya 2ê bi dest xist.

Ew kêbirkêya bi awayê Online li du beşên “Take kesî û Mêma”yê, bi rê ve çûbû.

Lêjneya heyeta hakimên kêbirkêyê, ji welatên Bulxaristan, Îran û Tirkiyê pêkhatibû.

 “Ebas Zendî” ê naskirî bi “Şoreş” heyamê 30 salan e ku di “kong Fo Toa”yê de çalak e û avaker û rahênerê tîma werzişiya “Nebez”a bajarê Sinê bû lê bi sedema givaşên hêzên ewlehî li wan çend salên derbasbûyî, wekî penaxwaz çûye Tirkiyê û li wir maye.