Penaberekî Rojhilatê Kurdistanê li ber deriyê “UN” li Hewlêrê agir berda cestê xwe

19:11 - 18 Gulan 2021

Roja Sêşemî 28ê Banemerê, du penaberên siyasiyên Kurd ên bi navên “Bêhzad (Mihemed) Mehmudî” xelkê bajarê Bukanê û “Ferdîn Giramî” xelkê bajarê Nexedê li ber deriyê ofîsa nûneratiya Saziya Netewên Yekgirtî li bajarê Hewlêrê, man girtibûn.

Di vê mangirtinê de “Bêhzad Mehmudî” bi sedema wê yekê ku ji aliyê vê Saziyê ve bersiva wî nehatiye dan, agir berdaye cestê xwe.

Ew du penaberên siyasî ku li ber deriyê ofîsa Saziya Netewên yekgirtî li bajarê Hewlêrê bi sedema bersivnedan bi daxwazên wan ji aliyê wê rêkxiravê ve, mangirtibûn bi nûçegihanan ragihandine ku dîsa jî bersiva wan nehatiye dan.

“Bêhzad” piştî agirberdan bi cestê xwe bi rêjeya %90 şewitiye û bo nexweşxaneya “Îmêrcênsî” li bajarê  Hewlêrê hate veguhastin.

Rewşa tenduristiya navbirî nebaş hatiye ragihandin

“Bêhzad Mehmudî û Ferdîn Giramî” her du endamên rêkxistina Xebat a Kurdistana Îranê ne.