Pêla Komkiirna Setelaytan Gundên Bajarê Pîranşarê Jî Bi Xwe Ve Girt

14:22 - 16 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Hêzên Întizamî ên Îranê li Pîranşarê bi armanca komkirin û destbiserdegirtina seteleytên welatiyan ber bi gundên vî bajarî meşiyane.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Pîranşarê, gundên Kewper û Hengewê jî ji pêla komkirina setelaytan bê par nebûn û hêzên întizamî dest bi ser jimareyek setelaytên xelkê van gundan girtine.

Nûçegihaniya me li ser zimanê şahidekê bûyerê ragihand: “Ji aliyê hêzên întizamî ve xelkê du gundên navbirî hatine haydarkirin ku ger car din setelayt bal wan were girtin, dê ligel sezayên tund berbirû bin.”