Pêla Destbiserkkirina Çalakên Sivîl Û Jîngehparêzên Kurdistanê Berdewam E

21:28 - 5 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Çalekekî jîngehaparêz û endamê Civata Kesk ya Kurdistanê bi navê Wiriya Xosrewî, xelkê bajarê Sine çend rojan beriya niha ji aliyê hêzên ewlekarî yên dezgeha sîxoriya vî bajarî ve hat destbiser kirin.

Hêzên Ewlekarî piştî girtina navhatî diçine mal wî û dest bi ser kampiyoter û alavên din digirin.
Di çend mehên borî ve heta niha pêlek nû ji destbiserkirina çalakên sivîl û jîngehparêzên Kurdistanê dest pêkiriye ku di nava girtiyan de de çend kes ji endamên Civata Kesk ya Çiyayê Merîwanê tên dîtin.