Pêla Destbiserkirina Welatiyên Ehwazê Berdewam E

12:51 - 5 Şibat 2012
Kurdpa: Li doma pêla destbiserkriina welatiyên Ereb li herêmên Erebekincî yên Şûş. Hemîdiye û Ehwaz, duh 7 kesên din ji welatiyên din li van bajaran ji aliyê hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îranê ve hatin destbiserkirin.

Li gor nûçeya gihîştî dest Ajansa Kurdpa ji aliyê çalakvanên mafê mirovan li Ehwazê, hêzên Îranê di heyamê du heftiyên derbazbûyî de êrîş dikin ser deverên Erebakincî û heta niha 49 kes ji welatiyên wan deveran hatine destbiserkirin ku yek ji girtiyan bi navê Nasir Albuşke Direfşan li jêr îşkencê de canê xwe ji dest da.

Sedema van girtin û îşkenceyan vedigere ser nivîsandina komek ji drûşman ji aliyên ciwanên Şûş ku bang ji xelkê kiribûn hilbijartinên pêşîn yên Meclîsê baykot bikin. Hêzên Ewlekarî jî êrîş dikin ser ew deverê û komek ji ciwanan destbiser û bo girtîgeha îdareya îtilaatê vediguhazin