Pazar, Ferhenga Însayklopêdîkî ya rengê Kurdî ji aliyê keçika nivîskar ya Kurd “Seher Mo`zî” hat weşandin

17:57 - 26 Tebax 2022

Pirtûka ‘Pazar” ferhenga Însaykopêdîkî ya rengê Kurdî, berhema keçika  nivîskar ya Kurd “Seher Mo`zî” xelkê bajarê “Sinê” hat weşandin.

“Pazar” ji 9 bergan pêk hatiye û li weşanxaneya zanîngeha “Selahedîn” hatiye çap û belavkirin.

“Bextiyar Secadî” mamosteyê zimanê Kurdî li zanîngeha Kurdistanê di vê derheqê de nivîsiye: Ew ferhenge berhemek nine ku di nava pirtûkxaneyên Kurdî de destnekeve belkû mînakên wê di zimanên din û di astên din de jî destnakevin.

Herwisa wî mamosteyê zanîngehê gotiye: Min ew pirtûka berî belavbûnê dîtiye û heta astekê haydarê şêwaza danîn û belavkirina vê bûme, karek bê mînak û yekane, û mînaka wê li ti zimanek din de nine, 73 hezar reng! Tenê Kurd bo 73 hezar rengan peyv he ye, di destpêkê de min bawer nedikir, lê piştî mêzekirin û lêkolînê, ji aliyekî keyfxweş bûm ji ber dewlemendbûna wê û ji aliyekî din ve jî nerihet, ji ber wê yekê ku desthilatên cuda yên ku bera xwe nedane bi vê dewlemendiyê, û em bixwe jî haydarê vê yekê nebûn.