Pawe/ Tevgera sembolîk a alîgirên jîngehê+Wêne

20:13 - 25 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa kurdpa: Hejmarek ji hezkiriyên jîngehê, bi alîkariya Encumena jîngehparêz a pawe, li bayingan a ser bi Paweya rojhilatê Kurdistanê, dest bi çandina darê biçûk ên Bine (win) kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, hejmarek ji çalakên hezkiriyên jîngehê, di tevgereke sembolîk de, bi armanca parastina jîngehê darên Bine(Win) ê çandin.

Gorî raportan, li vê hereketa jingejhparêzî de, nêzî 6 hezar darikan hatin çandin û darên berê yên hişkbûyê jî hatin derxistin.

Ji aliyekî din ve beriya niha bi çend rojan, Yasir Raşit ji hezkiriyên jingehî û rûniştiyê gundê “Zirdûyî” ê ser bi Bayingan a Kirmaşan, di hereketeke sembolîk de 60 çêlîkên Sivorek (Sincab) an, bi behayê 2 miyon û 800 hezar Tûmenî kirin û nav xwezaya xweşik a paweyê de azad kirin.

Ew çalakvanê jîngehparêz, armanca xwe jî vî karî; parastina jîngeh, belav kirina çanda jîngehî û herwiha piştevanî kirin ji jiyana ajalan da diyar kirin.

Wêne: Selam Pawe
\"24360.jpg\"

\"24361.jpg\"

\"24362.jpg\"

\"24363.jpg\"