Paşî hatin kuştina çend endamên sipaha pasdaran li Banê, 24 kes hatin girtin

15:02 - 15 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îran, xêncî bêrêzî kirin bi xelkê dewera Banê, 24 kes ji wan rûniştiyên gundê “ Sawan”a ser bi Banê girtin û bi ciyik nekivş raguhastin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Şemî, 20ê Rezber, yanê rojik paşî şerê dewera Banê, hêzên asayişa hukûmeta Îranê çone naw gundê Sawan û dest bi wekolîna malan û azar û zehmet dana xelkê vî gundî kirin.

Bi gotina kesên wir, “ ew hêzane xêncî hereşa tund bi xelkê gundê Sawan, mamostayê Olî, 3 endamên şoraya vî gundî û her wisa 20 lawên gundê wan girtin û bi ciyik nekivş raguhastine.”

Raportêrê Kurdpa ji zimanê welatiyan ragihand,” paşî vê rastketin-girtinê hejmarik zor ji lawên gundê Sawan ji tirsa girtinê, rû bi çiyan kirine û bi çev jî li wir dimînin.”

Ew welatî basa hindê jî kiriye: hêzên asayişê bo tolhildana kuştî û birîndar bûna 7 endamên sipaha pasdaran li dewera Banê, ev rastketin-girtina despê kirine.

Li wê barê de hêzên asayişa hukûmeta Îran, roja 21ê Rezber, carik din jî çone naw gundê Sawan û xêncî çê kirina rewşik asayişî, şûşe û pencerên hejmarik ji malan şikandine.

Tê gotin ku ew hêzane çend kesên gund dane û kutane.
Heya weşîna vê nûçê, navên kesên hatinî girtin yê gundê Sawan bo ajansa Kurdpa eşkere nebûye.

Roja Pêncşem, 18ê Rezber, li sedem şerê çekdarîde li dewera Banê, 7 endamê gurûpa zerbeta “koxan(sipahê Beyt ul Muqaddas)” li nêzî gundê Şiwê û Sawan, ji aliyê çend Çekdarên nenas kirî, hatin kuştin û birîndar kirinê.