Pasgeha gundê “Dizlî” gefan ji xelkê gund dike

14:07 - 24 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li Pasgeha gundê Dizlî, demjimêr 7’ê êwariya roja Şemiyê 26’ê Şibata 2013’an heya direngiya Şevê di nawa gund de geriyan û gef ji xelkê dixwarin.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa, hêzên dewletê ên cêhgir di pasgeha gundê Dizlî li demjimêr 10’ê Şevê û pêde hemû hatûçûyina xelkê qedexe kirin û ragehandin: Eger xelk hatûçûnê bike, dê teqe ji wan bihê kirin û berpirsayetiya karê han li ustoyê xelkê deye.

Çavkaniyek herêmî bi ajansa kurdpaê ragehand: Hêzên dewletê ji bilî geryana malên wilatiyan, dest bi ser 4 desga Matorsîklêt û dîşên mahwareyan de girtin.