PARLIMANTARA BDP'Ê KETE HEBSIYÊ

15:00 - 19 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Parlimantara BDP’Ê a Stenbulê, 8 Sal û Neh Heyvan ceza girt.

Li gor ragîhandinên TRT, Dozgeha Cezaya Giran a Stenbulê, “Sebahat Tuncel” bi 8 Sal û Neh Hayvan Girtîgehê mehkûm kir.

Sedema wê yekê, Endamtiya Tuncel di Rêxistina Terorê de û her wisa harîkariya PKK’ê bûye.

Her wisa Tuncel ji çoyîna sefera derveyî welat jî hate qedexekirin.

Heku dozgeha bilind a bi nave “Yargarit” wê biryarê bipejirîne, wê Parlimartara BDP’ê a Stenbulê ji Parlemêntê bê derkirin û bikeve girtîgehê.

Di demên bihorî de givaşên ji bo ser Parlemantarên BDP’ê zaf bûne û piştî ku CHP û AKP nekarî wê Partiyê bidin daxistin, biryar dane Parlemantarên wan ji Parlemanê bidin derkirin.

Partiya BDP’ê seva wan kiriyaran ragîhandiye ku em heya dimînin, emê xebat û çalakiya xwe bidomînin û dev ji daxwazên gelê xwe bernadin.

Ji alî din ve gelek ji nivîskarên Kurd, li hemberî wê kiryarê a Dewleta Turk li hemberî Partiya aşîtî û Demokrasiyê, bertek dan.