Parlementoya Ewropayê dixwaze ku cejna newrozê birêve bibe

14:31 - 26 Şibat 2012
Kurdpa; Parlementoya Ewropayê bo yekem car dixwaze ku cejna sala nû li welatê Biljîkê de birêve bibe.

Partiya Kesk ya Biljîkê bi nûneratiya parlementoya Eropayê birêvebirina cejna sala nû girtiye stûyê xwe.

Di vê merasimê de ku li bajarê Birukselê ê birêve here, Tarya Karambêrg berpirsê karûbarê Îranê û Eropayê ê gotarê bixwîne.

Her di vê derheqê de berpirsyarê giştî ê Partiya Kesk ya Ewropa jî wê peyama newroza sala 1391’ê pêşkêş bike.

Sala 1389’an a Rojî ji aliyê UNSCO ve newroz wek cejna netewê ya gelên Rojhilatê bi fermî hat naskirin û biryare ku her sala li raserî cîhanê de ew cejn bê pîrozkirin.