Parka “Ferheng” a Pîranşarê hate xirabkirin

21:58 - 28 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Dadgeha giştî ya Pîranşarê, parka Ferheng ya vî bajarî wekî milkê mîrate (irsî) ragehand.

Li gora zanyariyan, serbarê nerazîbûn û dijberiya çalakên jîngehî ew park, ji aliyê xwedîmilk ve hate têkdan.

Pêştir dadgehê li du hukmên cuda de, pêşiya têkdana vê parkê li Pîranşarê de girtibû, lê xwediyê vî erdê ku park li ser hatibû çêkirin bi pêdagiriyaq berdewam û micid, dadwer razî kiribû, û bi vî selimandibû, ku ew cihê park tê de hatiye çêkirin, erdê wan e.

Hemwelatiyekî di vê derheqê de ragehand ku: “Pêştir Şaredarî û xwedîmilk li ser mana vê parkê, û dana pere bi xwediyê wê li hev kiribûn, lê piştre şaredariyê di vê derheqê de gellek xemsarî kir, lewra xwedmilk neçar ma ku vê parka ciwan, têk bide û şûreyekê jî li dewra wê bikêşe.

Hemwelatiyên Pîranşarî di vê derheqê de, biryar dane, ku meşên nerazîbûna li dijî xemsariya şaredariyê bi rê ve bibin.”

Ew park di sala 2002’an de hatibû çêkiirn, lê bi sedema xemsariya şaredariyê berdewam darên wê dihatin birîn, yan jî şînikatiya wê dihate têkdan.

Li gora texmînên nîve fermî, ji 140 milyon hiktar “erdên neteweyî”, (eraziyê millî), nêzîk bi 10 milyon hiktar ji erd û zewî û zaran “sened” (belgename)ya wan tuneye.

\"پارک

\"پارک

\"پارک

\"پارک