Parêzgarê Kurdistanê: Sermayedanîn Li Kurdistanê Dibe Sedema Bêdengbûna Dijberên Şoreşê

12:05 - 18 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Elîreza Şehbazî, Parêzgarê Kurdistanê eşkere kir ku sermayedanîn li Kuridstanê bi awayek berçav dikare di dabînkirina ewliya welat de xwedî bandor be û tu hêcetek ji bo dijberên şoreşê namîne.

Navbirî di hevpeyvînek de ligel IRNA de ragihand: “Berpisên Komara Îslamî ya Îranê diviya giringiyek zêdetir bidin pirsa sermayedanîn li Kuridstanê û li hember vê pirsê de kêm xem nebin. Ji ber ku partiyên dijî Hikûmeta Îranê bi berdewamî pirsa girîngînedana berpirsan bi Kurdistanê bas dikin û bi vî awayî karîne xelkek zêde bi xwe re hevnerîn bikin.

Elîreza Şehbazî li ser vê bawerê ye ku sermayedanîn li Kurdistanê destên derekî kurt dike.