Parêzerekî Kurd bi danina barmteyê hate azadkirin

16:10 - 18 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Parêzerê pile yek yê dadweriya bajarê Urmiyê piştî nîşandana nerazîbûna xwe, li hemberî biryara desteserkirina wî de,ew bi danina barmteyê hate azad kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 28`ê Rêbendanê “Mes`ûd Şemsnijad” parêzerê pile yek yê dadweriya bajarê Urmiyê bi danîna barmteyê, li girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

“Salih Nîkbext” parêzerî naskirî yê Kurd, bi weşana wê nûçeyê dayezanîn ku, ew di 17`ê Rêbendanê de, hatibû desteserkirin û di heyama mehekê di îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê de, lêkolîn jê hatiye kirin, û dosya wî jî, bo dadgeha giştî ya şoreş ya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Herwisa Nîkbext gotibû, navbirî bi tohmeta tebilîxkirin li dijî rejîm û têkdana ewlehiya neteweyî û herwisa ji ber ku berê jî dosyeke din a wî hebûye, 6 sal û 4 mehcezaya giritîgehê bo birîbûn.

Roja Yekşemî 21`ê Rêbendanê, ew parêzerê Kurd, ji aliyê taya birêveberiya dadgeha Şoreş, ya bajarê Urmiyê, hatibû gazîkirin û ew ceza wî re hatibû îlankirin.

Civîna dadgehîkirina “Mes`ûd Şeminijad” di roja 11`ê Rêbendanê de , bi bê amadebûna parêzer, li taya 3 a dedgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, hatibû lidarxistin û dadgehê pêka xalên 499 û 500 ya yasaya cezadan ya Îslamî, ew ceza ji navbirî re diyarî kiribû.

Dana 6 sal cezayî hepsê ji wî parêzerê Kurd re ,li gorî raportên îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê û herwisa dozgerê wî bajarî bûye.

Roja Sêşemî 18`ê Befranbarê “Mes`ûd Şemsnijad”parêzerê pile yek yê dadweriya bajarê Urmiyê ku, ji aliyê hêzên Îtila`atê hatibû desteserkirin, û piştî tewavkirina qonaxa îfadewegirtinê, di girtîgeha îtila`atê de, navbirî bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê veguhastine.