Parêzêerê Kurd Mesûd Şemisnejad jibo cihek nediyar hate veguhastin

16:34 - 10 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Mesûd Şemisnejad Parêzerê Kurd û Mamostayê Zanîngeha “Azad û Peyama Nûr”ya Urmiyê bo heyamê 20’rojane ku ji aliyê hêzên Îttlatî yên Koamra Îslamiya Îranê li zîndana nawendî ya vî bajarî bo cihek nediyar hatiye veguhastin.

Kemal Husênî alîkarê Ajansa Mukiryan di pêywendiyek telefonî de tevî ajansa Kurdpa, bilav kir: Hêzên Îttlatî ew parêzerê Kurd bi endametî li yek ji Partiyên Kurdistanî de sûçbar kirine.

\"13214.jpg\"
Husêynî basê vê yekê jî kir, heya niha tawana han bi awayekî belgeyî nehatiye îsbat kirin, lê hêzên Îttlatî navbirî bi vê tawanê girtine.

Heya dema bilavbûna vê nûçeyê û serbarî lêpirsîna malbata Mesûd Şemisnejad, hêzên Îttlatî çi nûçeyek li ser rewş û pêşeroja ew mamostayê zanîngehê bilav nekirine.

Mesûd Şemisnejad parêzêerê Hebîbullah Gulperîpûr, Elî û Hebîb Efişarî, 3’ê girtiyên Kurd yên ku bi darvekirinê hatine mehkûm kirin, dikir û li meha Nîsana îsal de ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hate girtin.