“Osman Weysî” welatiyê xelkê bajarê Merîwanê bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin

18:14 - 30 Nîsan 2022

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Osman Weysî” temen 32 salî û kurê “Xwarehm” û xelkê gundê “Gulçêr” yê ser bi bajarê Merîwanê ku bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibû birîndarkirin, bona neştergeriyê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye biryar e li nexweşxaneya bajarê Urmiyê neştergeriya sîng bo bê kirin.

Roja Sêşemî 6`ê Banemerê, hêzên Spaha Pasdaranê bi bê agehdarkirina berê û bi gumana hebûna tiştên qaçax, li nêzîk gundê “Hesenavle” yê bajarê Merîwanê teqe ji wî welatiyê Kurd kiribûn.

“Osman Weysî” destpêk bo nexweşxaneya Buelî ya bajarê Merîwanê hatibû veguhastin û piştre bi sedema kûrhiya birînan bo nexweşxaneya Tewhîd ya bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

“Osman Weysî” xîzandar û bavê du zarokan e.