“Osman Mistefapûr” bi sedema petaya Koronayê canê xwe ji dest da

17:50 - 7 Îlon 2021

Sibêdeha îro Sêşemî 16`ê Xermananê, “Osman Mistefapûr” girtiyê siyasî yê berê, bi sedema petaya Koronayê, li yek ji nexweşxaneyên bajarê Koyê, canê xwe ji dest da.

Ew girtiyê siyasî meha Banemera sala 1399`an, bi sedema givaşa hêzên Îtila`ata bajarê Pîranşehrê, cihê li dayîkbûna xwe cî hêşt.

Roja Pêncşemî 30`ê Xezelwera sala 1398`an, “Osman Mistefapûr” û “Mihemed Nezerî”, piştî 53 sal girtîgeh, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine azadkirin.

“Osman Mistefapûr” 28 sal û “Mihemed Nezerî” 25 sal di girtîgehê de bûn. Ew du girtiye heyama cezayên xwe li girtîgehên “Urmiye, Tewrêz û Recayîşehrê” derbaskiribûn. 

“Osman Mistefapûr”, Pûşpera sala 1370`an li devera “Tirgever” a ser bi bajarê Urmiyê hate binçavkirin û piştre bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 25 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Dawiya sala 1392`an piştî 23 sal binçavkirin, taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadver “Çabok”, cezaya girtîgeha “Osman Mistefapûr” bo 35 sal girtîgeha te`izîrî hatibû veguhirîn. Dezgeha dadveriya hikûmeta îslamiya Îranê, cezaya 10 sal bo wî welatiyê Kurd bi sedema şerkirin digel Spaha Pasdaran birîbû.