Osman Îsmaîlî û Mehmûd Salihî li bajarê Seqizê hatine binçavkirin

17:58 - 16 Gulan 2021

Îro Yekşemî 26`ê Banemerê, du çalakvanê kedkarî yên bi navên “Osman Îsmaîlî û Mehmûd Salihî” xelkê bajarê Seqizê, hatine binçavkirin.

Ew 2 kedkarane, piştî serdana wan li taya 3 a lêpirsîn a dadseraya giştî û şoreşî a bajarê Seqizê bo berevanî  ji xwe li derheq tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandinê, hatine binçavkirin. 

Lêpirsê dosiya navbiriyan ragihandiye ku, ew 2 çalakvanên kedkarî, piştî dadgehîkirinê niha di girtîgehê de ne.

Ew çalakvanên kedkariyê, bi tohmeta “belavkirina wêne û vîdyoyên peywendîdar bi 1`ê May, roja cîhanî a kedkaran” hatine dadgehî kirin û lêpirsê dadserayê, bo azadkirina her yek ji wan, barimteya 40 milyon Tumenî diyarî kiriye.

Wan 2 çalakvanên kedkarî, li derheq  wê barimteyê nerizayetiya xwe nîşan dane û ragihandine ku em ti core barimteyekê qebûl nakin.

“Osman Îsmaîlî” û “Mehmûd Salihî” çend rojan berî niha banghêjnameya amadebûn li taya 3 a lêpirsîn a dadseraya giştî û şoreşa bajarê Seqizê bo berevanî ji xwe li derheq tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandin vergirtibûn.